Li Panamayê otobûsa rêwîyan gêr bû: 40 mirî

Li Panamayê otobûsa rêwîyan a ku koçber tê de bûn li kendalê gêr bû, di encama qezayê de 40 kes mirin.

Ekleme: 17.02.2023 11:55:26 / Güncelleme: 17.02.2023 11:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otobûsa ku ji bajara Chiriquiyê bi rê ket û tê de koçber hebûn, di rêya Gualacaya li bakura welat di kendalê de gêr bû, li gorî diyarîyên ‘ewil 33 kes canê xwe ji dest dabûn.

Hinek koçberên ku ji Emrîqaya Navîn tênê li ser Panamayê diçin Meksîkayê û ji li wê derê jî diçin Emrîqayê.

Serokkomarê Panamayê Laurentino Cortizo, di daxuyanîya ku da de weha got, “Ev xeber, ji bo Panama û herêmê rewşeke bêsiûd e. Hikumeta Netewî ji malbatên kesên ku canê xwe ji dest dane re sersaxîyê dixwaze û ew ê di micadeleya bi koçberên neasayî re de jî alîkarîya însanî û şertên baş wê bên kirin û ew ê bidomin.” (ÎLKHA)