Serokomar Erdogan wê bi Bahçelî ra bicive

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ew ê îro bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ra bicive.

Ekleme: 16.02.2023 14:40:27 / Güncelleme: 16.02.2023 14:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Civîn wê saet di 14.30 de bê lidarxistin.

Di hevdîtinê de ew ê erdheja ku navenda wê Mereşê ye û xebatên piştî wê bên nirxandin. Planên ku li 10 bajaran hatine amadekirin ji bo ku di zûtirîn dem de birîn bên dermankirin û bajaran li ser piyan bihêlin dê bên nirxandin.

Erdogan û Bahçelî herî dawî di 2yê Sibatê de li mala Bahçelî hevdîtin pêk anîtibûn. (ÎLKHA)