Li Emrîqayê êrîşa bi çek: 3 xwendekar mirin

Di Zanîngeha Wîlayeta Michigana Emrîqayê de bi çekan êrîş hat kirin, 3 xwendekar hatin kuştin.

Ekleme: 15.02.2023 09:25:26 / Güncelleme: 15.02.2023 09:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref ewlehîya Zanîngeha Wîlayeta Michiganê ve hat dayîn, di encama êrîşa êrîşdarê de 3 xwendekar mirin, 5 xwendekar jî birîndar bûn.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li ser bihîstina dengê çekan polês xwe gihand avahîya Berkey Halleyê, êrîşdar jî di piştî pevçûna ku bi polêsan re ket de xwe kuşt.

Hat hînbûn ku navê êrîşdarê Anthony McRae 43 salî ye û xwendeakr nîne. (ÎLKHA)