Serokkomar Erdogan, bi Emîrê Qetarê Şêx Temîm re hat cem hev

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, bi Emîrê Qetarê Şêx Temîm Bîn Hamed Al Sanî re hat cem hev.

Ekleme: 12.02.2023 17:55:29 / Güncelleme: 12.02.2023 17:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor nûçeya malpera Serokatiya Sererkaniyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Saniyê ku ji ber erdhejên ku navenda wê Mereşe û bi navê "Felaketa Sedsalê" tê binavkirin hat Tirkiyeyê re hevdîtin kir.

Al Sanî bû yekemîn lîderê welatekî biyanî ku piştî erdheja wêranker a 6ê Sibatê serdana Tirkiyê dike.

Balyozê Tirkiyê yê li Qeterê Mustafa Goksu ragihand ku her du rêber plan kirine ku di hevdîtinê de li ser xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên Qeterê û alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê û herwiha piştgiriya ji bo jinûveavakirina herêmên ku ji ber karesatên xwezayî bandor bûne gotûbêj bikin. (ÎLKHA)