Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, bi Wezîrê Karên Hindir Soylu re hevdîtinê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Mereşê, ji Wezîrê Karên Hindir yê Tirkîyê Suleyman Soylu derheqê erdhejê de agahîyên dawî girt.

Ekleme: 12.02.2023 11:09:44 / Güncelleme: 12.02.2023 11:09:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu, li Mereşa ku du erdhejên mezin pêk hatin, di Navenda Koordînasyona AFADê de bi Suleyman Soylu re hevdîtin kir û rewşa afetê nirxandin.

Di hîsaba medyaya civakî yê HUDA PARê de derheqê bûyerê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Serokê me yê Giştî Birêz Zekerîya Yapicioglu, li Mereşê Navenda Krîz ya Afetê zîyaret kir û agahîyan girt. Serokê me yê Giştî, bi Wezîrê Karên Hindir Suleyman Soylu re hevdîtinê kir, rewşa afetê nirxand.” (ÎLKHA)