Abdurrahman Abdulazîz ji bo tazîyeyê li Serokê Giştî yê HUDA PARê gerîya

Abdurrahman Abdulazîzê lawê Şêx Osman Abdulazîzê damezrînerê Bizûtnewey Îslamî li Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu gerîya û ji bo mirinên ku ji ber erdhejê pêk hatine xemgînî û tazîyeyên xwe anî zimên.

Ekleme: 10.02.2023 11:30:31 / Güncelleme: 10.02.2023 11:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

‘Ebdurrahman ‘Ebdulezîz di hevdîtina ku li ser telefonê hat kirin de wiha got: “Ez li ser navê xwe û li ser navê malbata Şêx Osman taziya xwe pêşkêşî we dikim. Xwedê miriyan ji şehîdan bigerîne, şîfayê bide birîndaran, êşa her kesê mexdûr sivik bike û careke din tiştekî wiha nîşan nede. Em ji bo we hewqas xemgîn in ku ez nikarim vê yekê bi ziman îfade bikim, hûn her dem di du’ayên me de ne. Bizanin ku biraderên we ye li ve derê ji bo we bi girîn tim dua dikin û inşaallah dê alikariyê ji bidin."

Ji ber ku  Abdurrahman Abdulazîz, pirsa wan kir û ji derdê wan re bû hevderd Yapicioglu jêre teşekkur kir.(ÎLKHA)