Li Diyarbekirê piştî 101 seatan  dayikek û zarokê wê ji enqazê sax hatin derxistin

Hat ragihandin li Diyarbekirê piştî 101 seatan  dayikek û zarokê wê ji enqazê sax hatin derxistin.

Ekleme: 10.02.2023 11:25:30 / Güncelleme: 10.02.2023 11:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ser erdheja ku di 6ê mehê de pêk hat 4 roj derbas bûn, lê belê hêj xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li welêt berdewam dikin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Diyarbekirê di avahîya Hîsamî de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bênavber berdewam dikin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Diyarbekirê piştî 101 seatan  dayika bi navê Semar Varli û zarokê wê yê bi navê Serhat Varliyê 9 salî ji enqazê sax hatin derxistin.

Li hêrêmê xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)