Jin û mêrê îxtîyarê Kurdistanî ji bo erdhejê meaşên xwe yên astengdar bexş kirin

Jin û mêrê îxtîyar û astengdar yên ku li navçeya Berdeqaremana Silêmanî dijîn, meaşên xwe yên astengdar ji mirovên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re bexş kirin. Hurşîde Huseyîna 75 salî weha got, “Dema ku min wan malên xerabûyî dît xew neket çavên min.”

Ekleme: 09.02.2023 12:05:29 / Güncelleme: 09.02.2023 12:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî erdheja ku li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hat û alîkarîyên ku ji gelek welatên wek Rojava, Sûrîye û Tirkîye re tên kirin didomin.

Hurşîde (75) û Alîyê  (60) îxtîyar û astengdar yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, meaşên xwe yên astengdar ji bo mirovên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re bexş kirin.

Hurşîde Huseyîn dema ku qala bûyer kir weha got, “Dema ku min wan xanîyên ku xera bûne dît, wicdanê min qebûl nekir. Ji ber kezeba xwe ez nikaribûma bisekinîyama, heta serê sibeyê xew neketîye çavên min. Ez ê çawa cenazeyê wan însanan bibînim û li cîhê xwe bisekinim?”

Pîra Hurşîde dema ku heta serê sibehê disekinîya weha dua dikir, “Xwedayê min înşaallah berf nebarîbe ku ez jî îmkana bexşkirina ev pereyê bibînim.”

Mêr û jinên ku tenê dijîn jîyana xwe jî di nav zehmetîyekî de derbas dikin. Mêr û jinên ku ji bona imreyê ji xwe re pere kom kiribûn, di televîzyonê de wan mirovan dîtin û qerar dan ku ew ev meaşên xwe bexşên wan bikin. (ÎLKHA)