Ji Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxenistanê Mucahîd ji bo Tirkîye peyama sersaxîyê

Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, ji bo kesên ku di encama erdheja li Mereşê pêk hat de canê xwe ji dest dane re şîna xwe diyar kir.

Ekleme: 08.02.2023 10:50:38 / Güncelleme: 08.02.2023 10:50:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mucahîd, di peyama xwe de weha got,:

“Ez ji xelqê ‘ezîz yê Tirkîye û hikumeta wê re ji ber erdheja ku di dema nêz de pêk hatîye xemgînîya xwe parve dikim.

Ji bo kesên ku di ‘erdhejê de şehîd bûne ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo hemû birîndaran û kesên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim.

Ev bûyera ku li Tirkîye û Sûrîye pêk hatîye ne tenê birayên me yên li wê derê me hemûyan tesîrdar kirîye. Em ji ber ev bûyeran ji Xwedê Teala daxwazîya tenduristîyê û sihhetê dikin.” (ÎLKHA)