Rêya Êlih-Dîyarbekirê ji trafîkê re hat girtin

Rêya Dîyarbekir-Êlihê ji ber barîna berfa zêde, bapûk û qezaya trafîkê ji çûndin û hatinê re hat girtin.

Ekleme: 04.02.2023 16:40:28 / Güncelleme: 04.02.2023 16:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajêr berfa ku ji seatên serê sibeyê ve dibare bandor e, ji ber vê yekê li hinek herêman pirsgirêk çêbûn.

Rêya Dîyarbekir-Êlihê jî ji ber barîna berfa zêde û bapûkê, li alîyê Sêwregê ji çûndin û hatinê re hat girtin.

Li herêma ku dûrahîya dîtinê gelek kêm bûye xebatên vekirina rê hatîye destpêkirin û ew xebat hêj didomin. (ÎLKHA)