Rejîma sîyonîst 9 Filistînîyan êsîr girt

Rejîma îxşalker, li çend herêmên cuda yê Şerîaya Rojava di encama êrîşan de 9 Filistînîyan êsîr girt.

Ekleme: 03.02.2023 16:15:28 / Güncelleme: 03.02.2023 16:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin îşxalkeran, li qesebeya Burkaya ku li bakurê Nablusê ye, Muhammed Abdurrahman Ebu Seyfîyê ji êsîrên berê ye êsîr girt.

Li qesebeya Akabaya wîlayeta Tubasê jî Hamza Ebu Arra, Murad Ebu Hamd û Mahmud Ebu Arra hatin desteserkirin.

Li Cenînê ciwanekî bi navê Ridvan Ebu Ma’la û Filistînîyekî dinê hatin êsîrgirtin.

Hat îfadekirin ku di encama êrîşa îşxalkeran a ku li bajara El-Xelîlê kirin de jî ciwanên bi navê Adnan Ferid Cabir û Muhammed Fadi Cabir û Filistînîyekî dinê hatin desteserkirin. (ÎLKHA)