Derheqê êrîşa Peşawerê de 23 kes hatin binçavkirin

Rayedarên Peşawerê diyar kirin ku, 23 kesên ku di nav wan de polês jî hene bi şibheya eleqeya wan bi êrîşa ku ji mezgeftê re hat kirin re heye hatine binçavkirin.

Ekleme: 02.02.2023 10:09:38 / Güncelleme: 02.02.2023 10:09:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xeberên ku ji rayedarên polêsan ve hatine bidestxistin di tehqîqata ku ew teqemenîyan çawa ketine nav herêma parastî de 23 kesên ku di nav wan de polês jî hene hatin binçavkirin.

Di nav 23 kesan de şênîyên Peşawerê û şênîyên ku di sînora Efxenistanê de dijîn jî hene.

Hêzên ewlehîyê hêna jî lêgerînên xwe yên derheqê teqemenî çawa ketine nav herêma parastî didomînin. (ÎLKHA)