Li Misirê di nexweşxaneyê de şewat: 3 mirî 32 birîndar

Li Qahîreya peytexta Misirê di nexweşxaneykî de şewat derket, di encama şewatê de 3 kes canê xwe ji dest dan, 32 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.02.2023 09:50:31 / Güncelleme: 02.02.2023 09:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di nexweşxaneyeke li bajaroka Matarîaya Qahîreyê pêk hat.

Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Misirê Husam Abdulgaffur, di daxuyanîya ku da de, destnîşan kir ku di nexweşxaneyê de şewateke ku hêna jî sedema wê nayê zanîn pêk hat, di encama şewatê de heta niha 3 kes mirin, 32 kes jî birîndar bûn.

Abdulgafur diyar kir ku mirovên birîndar piştî midexeleya ‘ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin sewqkirin.

Şewat, ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat tefandin.

Dozgerîya Qahîreyê derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)