• DOLAR 32.684
  • EURO 35.366
  • ALTIN 2473.155
  • ...
Li Misirê di nexweşxaneyê de şewat: 3 mirî 32 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di nexweşxaneyeke li bajaroka Matarîaya Qahîreyê pêk hat.

Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Misirê Husam Abdulgaffur, di daxuyanîya ku da de, destnîşan kir ku di nexweşxaneyê de şewateke ku hêna jî sedema wê nayê zanîn pêk hat, di encama şewatê de heta niha 3 kes mirin, 32 kes jî birîndar bûn.

Abdulgafur diyar kir ku mirovên birîndar piştî midexeleya ‘ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin sewqkirin.

Şewat, ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat tefandin.

Dozgerîya Qahîreyê derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir