Li Efxenistanê bertekên ji bo şewitandina Qur’anê didomin

Li Efxenistanê xelq, bertek û protestoyên xwe yên di dema destpêka êrîşa li Qur’anê heta niha didomîne.

Ekleme: 31.01.2023 10:55:30 / Güncelleme: 31.01.2023 10:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê xelq, ji bo bersiva êrîşên bêexlaq yên ku li Holland, Swêd û Danîmarkayê hatin kirin li wîlayeta Cûzcanê protestoyek li dar xistin.

Ji protestoya ku mirovên herêma derdorê jî piştgirîyê dan re alim û rîspîyan jî piştgirîyê dan.

Li gorî ajansa fermî ya Emîrtîyê Bextarê, kesên ku beşdarî bernameyê bûn, êrîşên li Qur’anê tel’în kirin û daxwaz kirin ku bira êrîşên ku li pîrozahîyên Îslamê tênê kirin di dadgehên navneteweyî de bên cezakirin.

Xwepêşandaran, bal kişandin ku Qur’ana Pîroz rêberê însana ye û divê ku ji wê re hurmet bê nîşandan. (ÎLKHA)