Azerbaycan xebatên balyozxaneya xwe li Îranê rawestand

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Xelef Halefov ragihand ku Balyozxaneya Tehranê xebatên xwe yên dîplomatîk bi temamî rawestandiye.

Ekleme: 30.01.2023 11:30:47 / Güncelleme: 30.01.2023 11:30:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Halefov diyar kir ku personelên balyozxaneyê hatin tehliyekirin û destnîşan kir ku ev qerar ji aliyê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ve hatiye dayîn.

Halefov weha got, "Qerara valakirina nûneratiya dîplomatîk helbet ne hêsan e, lê di warê ewlehiyê de ne hêvî û ne jî baweriya me bi aliyê Îranê heye."

Halefov di berdewama axavtina xwe de weha got, “Me xebatên dîplomatîk ên balyozxaneyê bi tevahî rawestand.” Halefov da zanîn ku 5 karmend mane ku avahiya îdarî û milkê balyozxaneyê diparêzin, lê ew ê xebatên dîplomatîk nekin.

Halefov amaje bi wê yekê jî kir, ku Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Tebrîzê ew ê ji qerara balyozxaneyê ya rawestandina çalakiyên tesîrdar nebe, Halefov da zanîn ku eger welatiyên Azerbaycanê yên li Îranê pêwîstî bi alîkariyê hebe, dikarin serî li vê konsulxaneyê bidin. (ÎLKHA)