Li sê bajarên bakur ji ber berfê rêya 732 gundan hat girtin

Bi derengî be jî li bakurê welêt berfê tesîra xwe nîşan da.

Ekleme: 29.01.2023 12:30:48 / Güncelleme: 29.01.2023 12:30:48 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ev çend roj in ku li herêmê bênavber berf dibare ku ji ber vê yekê rêyên gelek gundan hatin girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfê li Mûş, Bidlîs û Wanê rêya 732 gundan hatin girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji bo rêyên ku hatine girtin bên vekirin xebat hatin destpêkirin.(ÎLKHA)