Ji Îbrahîm Kalinê ji bo cardin şewitandina Qur’ana Pîroz re bertek

Îbrahîm Kalinê ku ji rasmusê ku vê carê jî daxuyand ew ê li Danîmarkayê li ber mizgeftekî Qur’anê bişewitîne re bertek nîşan da, got ku îzîn dayîna ji ev hereketê re normalkirina xerabîyê ye.

Ekleme: 27.01.2023 15:55:28 / Güncelleme: 27.01.2023 15:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kalin li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Şewitandina Qur’ana Pîroz a li Ewrupayê, meseleyeke ku tê gotin ‘Provokasyona çend fanatîkan e. nehewceye ku mirov wî zêde bike û reqlama wî bike’ nîne. Îzîn dayîna ji ev hereketê re normalkirina xerabîyê ye. Sivikkirina sûcên nefredê ye. Xelatdayîn û parastina fanatîzmê ye.”

Kalin di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand ku azadîya fikran bi êrîşkirina ji pîrozahîyan re nayê îfadekirin, “Azadîya fikrê ji bona tehrîkkirin, heqaret, biçûkxistin, çêr û êrîşa ji pîrozan re nayê bikar anîn. Çawa ku êrîşên sîstematîk ên li ser sembolên baweriyên din, alayên neteweyî û heqên şexsî nayên sivikkirin, divê Ewropa jî li hemberî êrîşên li ser Îslamê tedbîran bigire.” (ÎLKHA)