Li Filistînê hejmarê şehîdan derket 10 kesan

Ciwaneke Filistînîyê 22 salî yê ku li Ramallahê di encama êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst de bi giranî birîndar bûbû şehîd ket.

Ekleme: 27.01.2023 11:09:50 / Güncelleme: 27.01.2023 11:09:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di navbera rejîma îşxalker a sîyonîst û bi dehan ciwan yên ku ji bona êrîşên îşxalkeran a li Şerîaya Rojava, Quds û Kampa Cenînê kiribû protesto bikin derketibûn derva û dimeşîyan de pevçûn derket, di pevçûnan de ciwanek şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê daxuyand, navê şehîdê ciwan Yusuf Yahya AbdulKerim Muhaisenê 22 salî ye.

Bi tevî ev şehîdê ciwan hejmarê şehîdan ji doh ve heta niha derket 10 kesan, ji serê salê vir ve jî derket 30 kesan.

Li gorî Wezaretê, ji Kompleksa Tip a Filistînê ya li Ramallahê, cîhê kontrolê yên Al Bîreh a bakur û li Al-Ramê re gelek kesên ku di pevçûnan de giran birîndar bûne hatine anîtin. (ÎLKHA)