Emrîqa û rejîma îşxalker tetbîqeta leşkerî ya berfireh da destpêkirin

Di tetbîqeta leşkerî de bi tevî bi hezaran leşker, 12 keştî û 142 balafir yên ku di nav wan de kapasîteyên wan yê nukleerî hene wezîfedar in.

Ekleme: 24.01.2023 11:10:02 / Güncelleme: 24.01.2023 11:10:02 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emrîqa û rejîma îşxalker tetbîqeteke leşkerî ya berfireh a ku tê destnîşankirin “tê armanckirin ku entegrasyona di navbera artêşan de heye bê nîşandan û bê pêşvebirin” hat destpêkirin.

Hat destnîşankirin tetbîqeta ku doh hat destpêkirin ew ê heta roja Înê bidome.

Tê îddîakirin ku di tetbîqetê de sîmulasyonên modelên ku Îran hedef e tuneye û li dijî neyareke ku eşkereye nayê kirin.

Ew ê di tetbîqetan de guleyên rastî bên bikaranîn û ji keştîya balafirê ya Emrîqayê a ji koma êrîşdarê USS George W. Bushê ne 6 hezar û 400 leşkerên Emrîqayê beşdarî bibin. Ev ê rejîma îşxalker a sîyonîst jî ew ê li ser axê nêzê 450 leşker wezîfe bigrin.

Xeyn ji balafirên bombebarandina B-52yê ew ê balafirên F-35, F-15, F-16 û F-18ê jî cî bigrin. (ÎLKHA)