Ji ber nebarîna berf û baranê him cotkar him jî welatî bi fikar in

Digel ku dîrok 21ê Çileyê nîşan bide jî hêj li bajarên Kurdistanê berf û baran hema hema qet nebarîya ku ev yek bû sedema fikarê.

Ekleme: 21.01.2023 16:35:29 / Güncelleme: 21.01.2023 16:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îsal jî hişkesalî wek salên borî li bajarên Kurdistanê tesîra xwe nîşan dide. Li gorî dane û agahîyên ku hatine wergirtin û li gorî daxuyanîyên fermî ew ê hişkesalî tesîra xwe bidomîne. Ji ber ku baran û berf nabare welatî û cotkarên Kurdistanî bi fikar û endîşe ne. Lewra ger baran û berf nebare ew ê tovên ku li erdan hatibûn reşandin dê tev di bin axê de birizin.

Serokê Şaxê Êlihê yê Odeya Muhendisên Zireatê Ebubekir Dogan derbarê mijarê de destnîşan kir, hişkesalî li temamê herêmê tesîra xwe bi şikleke berfireh nîşan dide, ji ber vê yekê divê tevdîrên lazim ji niha ve ji teref rayedaran ve bên girtin. (ÎLKHA)