Sê Mehên ku tê de rehmet û efû tijîye dest pê dike

Sê Mehên mibarek yê ku alema Îslamê bi hesret û heyecan hêvîya wê bûn û di nav xwe de Şeva Qedrê yê ku ji hezar mehan xêrtir e dihewîne, 23ê Çileyê roja Duşemê dest pê dike.

Ekleme: 20.01.2023 12:05:31 / Güncelleme: 20.01.2023 12:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sê Mehên ku Pêxemberê me Hezretî Muhammed selat û selam li ser wî be ku derheqê wê de weha dua dike “Ya Rebbê min, Receb û Şebanê ji bona me mibarek bike û me jî bighêjîne Remezanê”, di 23yê Çileya Duşemê de dest pê dike.

Sê mehên ku di nav xwe de şevên bi xêr ên ku wek di meha Recebê de, Şevên Regaîb û Mî’racê; di meha Şebanê de şeva Beraatê; di meha Remezanê de jî Şeva Qedrê dihewîne, firsedeke ku mirovan di van mehan de ji Xwedê re dua û qîrînên xwe bighêjîne, bi histêrkên poşmanîyê gunehên xwe paqij bike û bi îbadet û ta’etan xêrên xwe zêdetir bike.

Dîrokên roj û şevên mibarek yên di nav sê mehan de

Sê Mehan di 23yê Çileyê roja Duşemê dest pê dike. Şeva Regaîbê di 26ê Çileyê roja Pêncşemê; Şeva Mî’racê 17ê Sibatê roja Înê; Şev Bera’etê 6ê Adarê roja Duşemê; destpêka meha Remezanê jî 23yê Adarê roja Pêncşemê ye; Şeva Qedrê jî 17ê Nîsanê roja Duşemê; Îda Remezanê (Îda Fitirê) Roja 1em 21ê Nîsanê roja Înê wê bê îdreqkirin.

Bi hedîsan Sê Mehan

Pêxemberê me Hezretî Muhammed, ji Sê Mehan re gelek muhîmtîyê dide û dema ku bighêje van mehan weha dua kirîye, “Ya Rebbê min, Receb û Şebanê ji bona me mibarek bike û me jî bighêjîne Remezanê”. Xeyn ji ev duayê derheqê Sê Mehan de van hedîsan jî gotîye:

-Mehên Heram, Receb, Zîlqade, Zîlhîcce û Muharrem e. (Îbnî Cerîr)

-Di mehên Heram de rojekî mirov rojî bigre û rojekî jî negre xêra wê gelek zêde ye. (Ebu Dawûd)

-Di meha Recebê de ji Xwedê re pir tobe û îstîxfarê bikin; çîmkî Xwedê Teala, di her wexta meha Recebê de ebdên ku ji cehennemê azad dike heye. Xeyn ji vîya di Cennetê de qonaxên wisa hene ku, encax kesên ku di meha Recebê de rojîyê bigrin dikevin nav wan qonaxan. (Deylemî)

-Yekê ku di meha Recebê de roja ‘ewil, roja orte û roja dawîn rojîyê bigre weke ku temamê wê mehê rojî girtibe tê hesibandin û jê re xêra wê heye. (Mîftah-ul Cennet)

-Kesê ku xeyn di meha Remezanê de ji bona riza xwedê rojîyê bigre, qasî ku hespekî pêşbirkê di nav ‘esrekî de rê bigre ji cehennemê dûr dikeve. (Ebu Ya’la)

-Duayê ku di van 5 şevan de bên kirin naynê veguhartin; Şeva Regaîbê, Şeva 15ê Şebanê, Şeva Înê, Şeva Îda Remezanê û Îda Qurbanê (Î. Asakîr)

-Xwedê Teala di meha Recebê de xêran qet qet zêde dike. Di vê mehê de kesekê ku rojekî rojî bigre, dighêje wê xêrê ku wek salekî rojî girtibe. Ji ew kesê ku 7 roj rojîyê girtîye re jî, derê cehennemê tê girtin. Ji ew kesê ku 8 roj rojî bigre re jî 8 derê cennetê ji wê re tê vekirin. Kesê ku 10 roj bigre, Xwedê Teala ji ew kesê re çi bixwaze ew ê bidê. Xwedê ji wê kesê ku 15 roj rojî bigre re jî weha dibêje ‘hemû gunehên te yên borî hatine efûkirin.’ Xwedê Teala Pêxember Nuh di meha Recebê de kir nav keştîyê. Ew jî, meha Recebê bi rojî derbas kir û ji kesên ku li wê derê re ne re jî emir kir ku bira rojî bigrin. (Taberanî)

Divê di Sê Mehan de çi bê kirin

Divê ku Misilman di van mehan de mihasebeya dema borî baş bike. Ji sibêroja xwe re bi xîretî berê xwe bidê. Divê ku ji bona Sê Mehan bernameyeke Misilmanan hebe. Tu qet bi wan muminan nakeve ku di wan mehan û rojan de bi xefletî derbas bike. Dema ku qeweta we hebe di van mehan de ji xwe re gelek rojên xwe bi rojîtî derbas bike. Di van mehan de bi taybetê feqîr û bêkesan binhêrin. Ji bona birayên me yên Misilman yên ku di bin zilmê de ne re duayan bikin. Dema ku tiştek ji destê me nayê jî ji bona ku ew zilm ji ortê rabe, ji bona ku zalim qehir bibin divê ku em duayê bikin.

Kesên ku di meha Recebê de rojîyê bigrin ew ê bighêjin 3 litfên Xwedê. Ya yekem ew ê gunehên wan ê berê bên efûkirin. Yê duyemîn ew ê ji ‘emrê wê yê ku maye re bereket bê dayîn. Yê sêyemîn jî ew ê di heşrê de ji bê avîtîyê bê mihafezekirin. Em mecbûr in ku di van rojên bereket û şevên bereket de xwe bikin quncikekî û xwe bikin hesabê. Guneh û sûcên ku me kirîye li ber çavên xwe derbas bikin û destê xwe ji Rebbê xwe yê ku ebdê xwe ji hezkirina dayîkê ku zarokên xwe hezdike zêdetir hez dike re bi dil û can û di nav histêrkan de poşmanîyên xwe bînin ziman ku xwe ji qirêjîyan paqij bikin. Gerek em îmana xwe ji eqlê xwe re hakim bikin ku em xwe ji van rojan re amade bikin.

Di dema cahîlîyeyê de (berîya Îslamê) jî ji ev mehê re qîmet dihat dayîn. Şerê ku di nav muşrikan de hebû çiqas jî zor û zehmet bûna dema ku ketina nav meha Recebê ew agirbestîyê îlan dikirin. Çîmkî meha Recebê ji mehên ku heram in yek e. Hefteya ‘ewil a Recebê jî roja Înê Şeva Regaîbê ye. Regaîb, tê vê me’neyê ku komkirina dawxaza ye. Dema ku em bikevin vê mehê em hevdu teşwîqê xêran bikin. (ÎLKHA)