471 nav yên ji birêvberîya berê vegerîyan Efxenistanê

Komîsyona Ragihandina Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê daxuyand ku 471 endamên hikumetê û sîyasetmedarên rêveberîya berê vegerîyan welat.

Ekleme: 19.01.2023 15:10:27 / Güncelleme: 19.01.2023 15:10:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komîsyona Ragihandina Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, ji wan kesên ku berê li welat bûn û bi hatine Emîrtîyê ji welat revîyane ji bona ku bira werin welatên xwe alîkarîya xwe ya ji wan re didomîne.

Berdevkê Komîsyona Ragihandinê Ahmedullah Vasik destnîşan kir ku ji sala 2022yan heta niha 471 rayedarên hikumeta berê û sîyasetmedaran di encama xebatên ku hatin kirin de vegerîyan welat, di nav 3 mehên dawîn de jî ji 100î zêdetir kes ên ku di rêvebertîya berê de rayedar bûne jî vegerîyane Efxenistanê.

Xeyn ji van kesan di nav kesên ku vedigerên Efxenistanê de wezîr, parlamenter, walî û endamên artêş û îstîxbaratê yên ku girêdayê rêveberê hikumeta berêne jî hene. (ÎLKHA)