Îran: 13 kesên ku ji Mossadê re sîxurtîyê dikirin hatin qefaltin

Îran daxuyand ku ew 13 şikdarên ku ji bona rejîma îşxalker a sîyonîst sîxurtîyê dikirin qefaltine.

Ekleme: 10.01.2023 15:30:27 / Güncelleme: 10.01.2023 15:30:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin koma ku hatîye qefaltin plan dikirin ku li welêt ji rayedarekî leşkerî re suîqestê bikin û li bajarên mezin hinek çalakîyên sabotajê bikin.

Hat ragihandin 6 tîmên operasyonê yên ku ji 23 kesan tên komkirin û girêdayê Mossadê ne li wîlayetên Tehran, Isfahan, Yezd, Ezerbaycana Rojava û Gulîstanê fealîyetan kirine.

Hat daxuyandin şikdarên ku hatine qefaltin ji teref kesekê ku leqebê wê "Cyrus" e û li Ewrupayê dijî ve tênê  beralîkirin. (ÎLKHA)