Îran: 13 kesên ku ji Mossadê re sîxurtîyê dikirin hatin qefaltin
Îran daxuyand ku ew 13 şikdarên ku ji bona rejîma îşxalker a sîyonîst sîxurtîyê dikirin qefaltine.
Hat destnîşankirin koma ku hatîye qefaltin plan dikirin ku li welêt ji rayedarekî leşkerî re suîqestê bikin û li bajarên mezin hinek çalakîyên sabotajê bikin.
Hat ragihandin 6 tîmên operasyonê yên ku ji 23 kesan tên komkirin û girêdayê Mossadê ne li wîlayetên Tehran, Isfahan, Yezd, Ezerbaycana Rojava û Gulîstanê fealîyetan kirine.
Hat daxuyandin şikdarên ku hatine qefaltin ji teref kesekê ku leqebê wê "Cyrus" e û li Ewrupayê dijî ve tênê beralîkirin. (ÎLKHA)