Li Hîndistanê ji ber sermayê 125 kes canê xwe ji dest dan

Li wîlayeta Uttar Pradesha Hîndistanê ji serê salê vir ve ji ber sermaya ku xwe tesîrdar dike 125 kes bi qeyrana dil canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.01.2023 10:05:28 / Güncelleme: 10.01.2023 10:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedaran di daxuyanîya ku belav kirin de, gotin ku li herêma Kanpura wîlayeta Uttar Pradeshê ji serê salê vir ve ji ber sermaya zêde 125 kes bi qeyrana dil canê xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên Enstîtûya Cerrahî ya Dil û Kardîyolojîya Laxmipat Singhaniayê ji 1ê Çileyê heta roja Duşemê 54 kesên ku qeyrana dil derbas kirine dema ku di nexweşxaneyê de tedawîyê didîtin mirine, 71 kes jî dema ku ji nexweşxaneyê re dihatin anîtin di rê de canê xwe ji dest dane.

Doxtorin nexweşxaneyê, sedema ev qeyrana dilê girêyê hewaya sar kirin ku ji ber sermayê nişkav ve qeweta xwînê zêde dibe.

Rayedaran, diyar kirin ku qeyrana dil ne bi tenê li herêma Kanpurê ye, li herêmên derdorê jî tesîrdar e. (ÎLKHA)