Li Wanê ji perwerdehîyê re astengîya berfê

Ji ber berf û hewaya sar ya ku li Wanê tesîrdar bûye, li navçeyên Rêya Armûşê, Ertemêtan û Tuşpayê ji perwerdehîya ku bi erebeyan tê çûyîn re ji bo rojekî navber hat dayîn.

Ekleme: 09.01.2023 10:15:27 / Güncelleme: 09.01.2023 10:15:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê bûyerê de ji teref Walîtîya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Li bajarê me yê Wanê li 3 navçeyên me (Rêya Armûşê-Ertemêtan-Tuşpayê) ji ber barîna berfa zêde bi tevî qerara Sazîya Parastina Tenduristîya Bajêr ve ‘ji xwendekarên ku bi erbeyan diçin dibistanê re’ îro dibistan hatine tetîlkirin.” (ÎLKHA)