Zilamek bi ceryanê ket û canê xwe ji dest da

Keseki li navçeya Bismila Dîyrbekirê, derket ser trafoya ceryanê û bi ceryanê ket û canê xwe ji dest da.

Ekleme: 07.01.2023 11:20:26 / Güncelleme: 07.01.2023 11:20:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şakîr Keskînê ku li gundê Selmika Bismilê derket ser trafoya ceryanê, bi ceryanê ket.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên îtfaîyeyê bi qutkirina ceryanê, ceseda Keskîn anîtin xwarê.

Cenazeya Keskîn, ji bo ku bê otopsîkirin ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Êlihê re hate şîyandin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destnîşankirin. (ÎLKHA)