Karwanê Hêvîyê li Sûrîye ji xwendekarên medreseyê re alîkarîya pere kir

Dildarên Karwana Hêvîyê yên ku çend roj berê li Îdlîbê xebatên alîkarîyê kiribûn, di medreseyeke ku qîz û kûr tê de perwerdehîyê dibînin de beşdarî bernameya îcazetê bûn û ji gelek xwendekaran re alîkarîya pere kirin.

Ekleme: 07.01.2023 11:10:09 / Güncelleme: 07.01.2023 11:10:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê yê ku li Îdlîbê bi şîara “Rêya Te Bira Başîtî Be” xebatên alîkarîyê dike, çend rojên berê alîkarîya xwarin, cil û ber, betanî, şîva germ, komir û nanê germ kiribûn, niha jî ji gelek xwendekarên medreseyê re alîkarîya pere kirin.

Dildarên Karwanê Hêvîyê li Îdlîbê beşdarî bernameya îcazetê a li medreseyeke ku xwendekarên qîz û kûr tê de hene bûn, ji gelek xwendekarên ku perwerrdehîyê xwe dawî kirin re him alîkarîya meddî him jî diyarîyan belav kirin.

Cengîz Aydinê dildarê Karwana Hêvîyê derheqê alîkarîyê de axivî û îfade kir ku ew alîkarîya xêrxwazên Tirkîyeyê gihandine xwendekarên ku li Îdlîbê di medreseyê de hafiztîyê dikirin. (ÎLKHA)