Li Guatemalayê nîv ton kokaîn hat bidestxistin

Di encama lêgerîna ku li bendereke Guatemalayê hat kirin de, 505 kîlo kokaîna ku di nav cîhên dizî yê konteyneran de hatine veşartin hat dîtin.

Ekleme: 05.01.2023 09:35:26 / Güncelleme: 05.01.2023 09:35:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Guatemalaya welatê Emrîqaya Navîn, di nav konteynereke ku hat tespîtkirin ji Ekvadorê bi rêya behrê hatîye anîtin de ji nîv tonî zêdetir kokaîn hat bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku kokaîn di encama lêgerîna bendera Quetzalê de di nav cîhê dizî yê konteynerê de hat bidestxistin.

Wezareta Karên Hindir yê welêt, daxuyand ku derheqê sewqîyata ku ji Ekvadorê hatîye de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)