Li Kuweytê berf barîya

Li hinek herêmên Kuweytê barîna berfê tesîrdar bû.

Ekleme: 28.12.2022 09:30:28 / Güncelleme: 28.12.2022 09:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindir yê Kuweytê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku hinek rê ji ber rewşa hewaya xerab ji trafîkê re hatine girtin, li hember pêkhatine tiştên xerab yên ji ber barînê jî ji welatîyan re hişyarî hat dayîn ku bila bi dîqqet bin.

Sazîya Meteorolojî ya Kuweytê, ragihand li welat barîna ku bi tevî bahozê tesîrdar e ji metre kareyê re 55 kîlo dibare.

Hat diyarkirin ku li alîyê başûrê welat hinek herêman piştî barîna baraneke tund “bahoza zîpikê” jî tesîrdar bû. (ÎLKHA)