Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Mêrsînê dikandaran zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku di çarçoveya gerên welat de piştî Kinikan û Edeneyê hat Mêrsînê, li ev derê dikandaran zîyaret kir.

Ekleme: 26.12.2022 09:35:27 / Güncelleme: 26.12.2022 09:35:27 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Yapiciogluyê ku dikandarên li ser Ceddeya Îstîklalê zîyaret kir, bi xelqên ku di rê de danûstandinê dikirin re jî xeber da.

Xelq û dikandar ji Yapicioglu re gelek eleqe nîşan dan, Yapicioglu jî pirsgirêk û pirsên wan gohdar kir.

Yapiciogluyê ku dawxazîya kişandina fotoxrafê ya malbat û ciwanan jî red nekir û ji wan re derheqê polîtîkayên aborî ya partîya wî de agahîyan da.

Dikandar û xelqê ku ji Yapicioglu re teweccuhên xwe yên derheqê nerîna partîya wî a li ser edalet û rêza Îslamî ya di sîyasetê de anîn ziman û ji Yapicioglu re serfirazîyan daxwaz kirin.

Yapiciogluyê ku pirs û pirsgirêkên xelq û dikandaran gohdar kir, bi bîr anî ku serfirazîya herî mezin mayîna li ser îstîqametê ye.

Hat hînbûn ku ew ê zîyaretên Yapicioglu li Mêrsîn bidome. (ÎLKHA)