• DOLAR 32.265
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2466.752
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Mêrsînê dikandaran zîyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluyê ku dikandarên li ser Ceddeya Îstîklalê zîyaret kir, bi xelqên ku di rê de danûstandinê dikirin re jî xeber da.

Xelq û dikandar ji Yapicioglu re gelek eleqe nîşan dan, Yapicioglu jî pirsgirêk û pirsên wan gohdar kir.

Yapiciogluyê ku dawxazîya kişandina fotoxrafê ya malbat û ciwanan jî red nekir û ji wan re derheqê polîtîkayên aborî ya partîya wî de agahîyan da.

Dikandar û xelqê ku ji Yapicioglu re teweccuhên xwe yên derheqê nerîna partîya wî a li ser edalet û rêza Îslamî ya di sîyasetê de anîn ziman û ji Yapicioglu re serfirazîyan daxwaz kirin.

Yapiciogluyê ku pirs û pirsgirêkên xelq û dikandaran gohdar kir, bi bîr anî ku serfirazîya herî mezin mayîna li ser îstîqametê ye.

Hat hînbûn ku ew ê zîyaretên Yapicioglu li Mêrsîn bidome. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir