Li Diyarbekirê pîrekeka îxtîyar di mala xwe de mirî hat dîtin

Li navçeya Bismilê pîrekeka ku ew tenê di mala xwe de dijî, di nav mala xwe de mirî hat dîtin.

Ekleme: 23.12.2022 10:20:27 / Güncelleme: 23.12.2022 10:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Kolana 604emîn a Taxa Altiokê pêk hat.

Li gorî agahîyan Sultan Ç.ya 67 salî ya ku nêzê 2 rojan e xeber jê nayê girtin û ew tena serê xwe di nav mala xwe de dijî ji polês re xeber hat şîyandin.

Piştî vekirina derîyê ku bi alîkarîya hesinsazê hat vekirin hat dîtin ku Sultan Ç bê can li ‘erdê ye.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê hatin şandin, û di encama lêkolîna ekîbên tenduristîyê de hat îfadekirin ku Sultan Ç canê xwe ji dest daye.

Ceseda Sultan Ç. ji bo ku sedema mirina wê bê dîtin hat şandin Sazîya Tip a ‘Edlî ya Diyarbekirê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)