Li Hîndistanê serwîsa xwendekaran qelibî: 7 Mirî 20 birîndar

Li wîlayeta Manîpura Hîndistanê otobûsa dibistanekî qelibî, di encama qezayê de herî kêm 7 xwendekar canê xwe ji dest dan, 20 xwendekar jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.12.2022 10:05:27 / Güncelleme: 22.12.2022 10:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li herêma Nonîya wîlayeta Manîpurê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya welêt hatine bidestxistin, otobûsa dibistanekî dema ku di rêya çîya de derbas dibû şofêrê otobûsê di vîrajê de nikaribû derbas bibe û qelibî.

Di encama qezayê de herî kêm 7 xwendekar canê xwe ji dest dan, 20 xwendekar jî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)