Li Mereş û Edeneyê ji perwerdehîyê re astengîya berfê

Navçeya Efşîna Mereşê û navçeyên Tufanbeylî, Saîmbeylî, Aladag û Fekeya Edeneyê ji ber berfa zêde ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Ekleme: 21.12.2022 10:50:32 / Güncelleme: 21.12.2022 10:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeymeqamtîya Efşînê diyar kir, ji ber berfa ku li giştîyê navçe tesîrdare di 21ê Kanûnê roja Çarşembê de ji perwerde û hinkîrinê re navber hat dayîn.

Xeyn ji Efşînê li navçeyên Tufanbeylî, Saîmbeylî, Aladag û Fekeya Edeneyê jî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Qeymeqamtîya Feke û navçeyên dinê jî diyar kirin ku îro ji bo perwerde û hinkîrinê re navber hatîye dayîn. (ÎLKHA)