Li Hawaaiyê balafir ket nav turbulansê: 36 birîndar

Balafira ku diçû Honoluluya paytexta Hawaaiya wîlayeta Emrîqayê, ket nav turbulanseke tund, 36 kes birîndar bûn.

Ekleme: 19.12.2022 15:20:27 / Güncelleme: 19.12.2022 15:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Balafireke aîdê Hawaiian Airlinesê, ji bona ku biçe Honoluluyê ji Arîzonayê bi rê ket.

Balafir, dema ku 30 deqîqe mabû ku xwe deyne xwarê ket nav turbulanseke tund.

Hat destnîşankirin ku ji ber turbulansê 36 rêwî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku rewşa 11 birîndaran giran e. (ÎLKHA)