Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştiyê Tirkiye li Hewlêrê kir

Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Mevlud Yakutê Konsolê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê kir.

Ekleme: 18.12.2022 15:50:26 / Güncelleme: 18.12.2022 15:50:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û girîngiya asayîş û aramiya Iraq û Kurdistan û bandora wê ya li ser aramiya navçeyê û her wiha dostayetî û peywendiya aborî û bazirganiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê hate nirxandin.

Her wisa di vê civînê de  derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser pêwîstiya bi cîh kirina rêkeftina di navbera aliyên siyasî û rengvedana wê ya li ser biryarên hikûmeta nû ya Iraqê kirin. (ÎLKHA)