Otobûsa ÎETT û mînîbûs li hev qelibîn: 14 birîndar

Li Arnavutkoyê mînîbûsek li otobûsa ÎETTya ku di rêya çep de diçû qelibî, di qezayê de 14 kes birîndar bûn.

Ekleme: 12.12.2022 11:50:24 / Güncelleme: 12.12.2022 11:50:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li Asfalta Edîrneya Kevn a Kolana Kumbet ya Taxa Îstîklala Bogazkoyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa ÎETT ya bi plaqeya 34 YB 3625, ket nav şerîda çep û xwest ku derbasê alîyê dinê bibe.

Di vê demê de mînîbûseke rêwîyan ji paş ve li ÎETTyê qelibî.

Di encama qezayê de 14 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar ji teref ekîbên 112yê ve hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)