Serokê Dewleta Perûyê Castillo hat girtin

Serokê Perûyê Pedro Castillo ku bi betalkirina Kongreyê Rewşa Awarte ragihandibû, piştî biryara parlementoyê ya der barê wî de hat binçavkirin.

Ekleme: 08.12.2022 09:25:27 / Güncelleme: 08.12.2022 09:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Meclisa Peruyê Serokkomar Pedro Castillo ku beriya niha ragihandibû ku meclis hat betalkirin û qedexeya derketina derva hat îlankirin ji wezîfê hat dûrxistin.

Pêşnûme ji aliyê 101 parlementeran ve hat destekkirin, 6 parlementeran li dijî û 10 parlementeran jî bêalî man.

Artêş û polîsên Perûyê jî piştgiriya xwe ji Kongreyê re diyar kirin û goh nedan fermanên serok.

Biryarên Castîllo yên li welêt weke "derbeya" hatin binavkirin û bertekên mezin derketin holê.

Castillo piştî biryara meclisê ya ji bo desteserkirina wî hat binçavkirin. (ÎLKHA)