Li Mescîda Eqsayê li dijî îşxalkerên cihû banga nobetê hat kirin

Alîkarê Serokê Tevgera Îslamî Şêx Kemal Xetîbê ku di sala 1948an da li herêmên Filistînê yên ku di sala 1948an da hatine îşxalkirin tevdigere bang li Filistîniyên ku li Şerîeya Rojava, Quds û herêmên di sala 1948an de hatibûn îşxalkirin kir ku Mescida Eqsayê tenê nehêlin.

Ekleme: 06.12.2022 10:50:25 / Güncelleme: 06.12.2022 10:50:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kemal Xetîb di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Mescîda Eqsa bi îşxalkeran re bi komployên pir xeternak û projeyên normalîzekirinê re rû bi rû ye û ev yek jî hewce dike ku Filistînî peyamê bidin îşxalkeran ku Mescîda Eqsa tenê ya Mislimanan e.

Xetîb diyar kir ku xeyalên rejîma îşxalker û îşxalkerên cihû wê li hember dîwarên Mescida Eqsayê bikeve û perçe bibe û diyar kir ku Mescîda Eqsa wê tenê ji bo Mislimanan bimîne.

Xetîb bal kişand ku ummeta Îslamê di şert û mercên zehmet de dijî û dijmin jî di şert û mercên heyî de dixwaze ummet ziîf bibe û got ku ew di wê baweriyê de ne ku rizgarî nêzîk bûye.

Ji ber ku îşxalkerên cihû êrîşên xwe yên li ser Mescîda Eqsayê zêde dikin, şexsîyetên navdar ên Filistînî bang dikin ku nobedar bibin û li dijî êrîşên li Mescidî Eqsayê bisekinin. (ÎLKHA)