Pûtîn qedexekirina propagandaya LGBT qebûl kir

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn qanûna "qedexekirina têkiliyên zayendî yên ne kevneşop, guhertina zayendî û propagandaya pedofîliyê" îmze kir.

Ekleme: 06.12.2022 09:50:28 / Güncelleme: 06.12.2022 09:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pûtîn qanûna ku tê de guherînên "Qanûna Agahdarî, Teknolojiya Agahdarî û Parastina Agahiyê" tê de cih digirin pejirand.

Li gorî vê yekê, propagandaya LGBT ya di torên civakî, medya, sînema û reklaman de êdî bi temamî hatiye qedexekirin.

Di çarçoveya qedexeyê de, "fîlmê ku têkiliyên cinsî yên ne kevneşopî an tercîhên xwe, pedofîlî, guhertina zayendî pêşdixe" dê nikaribe belgeya belavkirinê bistîne.

Belavkirina van agahiyan di nav biçûkan de jî hat qedexekirin.

Pûtîn qanûnek jî îmze kir ku cezayên mezin a pere ji bo propagandaya LGBT, pedofîlî û guhertina zayendê ferz dike. (ÎLKHA)