Wezîra Fransizî îstifa kir

Wezîra Entegrasyona Herêmî ya Fransayê, Caroline Cayeux, ji ber nîqaşên li ser serweta wê ya şexsî îstifa kir.

Ekleme: 29.11.2022 09:45:21 / Güncelleme: 29.11.2022 09:45:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîra Entegrasyona Herêmî ya Fransayê Caroline Cayeux piştî raporên ku li Fransayê hatin ragihandin ku ew dewlemendiya xwe ya şexsî kêm eşkere kiriye, îstifaya xwe diyar kir.

Cayeux daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya ku da de weha got, "Di vê çarçoveyê de min hîs kir ku ji bo ku ez zirarê nedim hikûmetê îstifaya min çêtir e."

Beriya ragihandina Cayeux, hikûmetê îstifa piştrast kir û ragihand ku dê li şûna wê Cayeux Dominique Faure cih bigre. (ÎLKHA)