Li Cizîrê bi qezenca ku ji kermesê hat bidestxistin ji kesên feqîr re alîkarî hat kirin

Kerwana Hêvîyê ya Cizîrê bi qezenca ku ji kermesê hat bidestxistin ji kesên feqîr re alîkarî hat kirin.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:33 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Kerwana Hêvîyê ya Cizîrê ve li Cizîrê di navbera 1-4ê Mijdarê de ji bo feqîr, yetîm û muxtac  kermes hat lidarxistin û bi qezenca ku ji kermesê hat bidestxistin ji kesên feqîr  alîkarîya kolîya erzaqê û goşt hat belavkirin.

Serwet Adlimê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê  derbarê mijarê de destnîşan kir, ew bi qezencên ku ji kermesê bi dest xistin ji bo kesên feqîr kolîyê erzaqê û paketa goştê sor amade kir û ji wan re belav kirin.

Adlim di dawîya axavtina xwe de ji temamê kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye re teşekkur kir.(ÎLKHA)