Mînîbûsa rêwîyan û qamyonet li hev qelibîn: 22 birîndar

Li Muxlayê mînîbûsa rêwîyan û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn.

Ekleme: 26.11.2022 09:55:22 / Güncelleme: 26.11.2022 09:55:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li navçeya Menteşeyê pêk hat.

Li alîyê Çakallarê ser rêya Yerkesî-Orenê mînîbûsa rêwîyan û qamyonetek li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku mînîbûs û qamyonet ji rê derketin de 22 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar ji teref ekîbên 112yê ve bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê . (ÎLKHA)