Li Emrîqayê êrîş li qlûba LGBTyîyan hat kirin: 5 mirî, 18 birîndar

Di êrîşa ku li wîlayeta Coloradoya Emrîqayê ji qlûba LGBTyîyan re hat kirin de 5 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 21.11.2022 10:30:21 / Güncelleme: 21.11.2022 10:30:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li bajara Colorado Springsaya ku li Emrîqayê bajara herî qelebalix ya duyemîn e di Club Q ya ku aîdê LGBTyîyan e de qewimî.

Li gorî medyaya Emrîqayê polês, di seat 23.57an de îxbarekîe ku êrîş li qlûbekî hatîye kirin girt.

Polêsê ku çû cihê bûyerê, êrîşdarekî qefalt û binçavkirin kir.

Di encama bûyerê de heta niha 5 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)