Ji HAMASê peyama sersaxîyê

Li Xezzeyê ji bona 21 Filisîtnîyên ku di şewatê de canê xwe ji dest dane şîna neteweyî hatibû îlankirin, HAMAS jî derheqê bûyerê de peyameke sersaxîyê belav kir.

Ekleme: 18.11.2022 14:15:15 / Güncelleme: 18.11.2022 14:15:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh di seatên êvarê de li Xezzeyê li Kampa Miltecîyan a Cebalîyayê di avahîyekî de şewat derketibû û 21 kes wefat kiribûn.

HAMAS û hemû komên berxwedanê û şexsîyetên ku pêşve tênê, ji bona Filistînîyên ku di şewata Kampa Miltecîyan a Cebalîyayê de wefat kiribûn peyama sersaxîyê belav kirin û di peyamên xwe de ji bona kesên ku wefat kirinê ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê, bi taybetî ji bo eqrebeyên wan bi giştî jî ji bo xelqê Filistînê sersaxîyên xwe teqdîm kirin.

Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye ji xelqê re bang kir ku bila bi malbatên şehîdan re di nav alîkarîyê de bin û bila kederên wan parve bikin, Henîyye bi vê şeklê bal li ser xelqê Xezzeyê û rewşa Xezzeyê jî kişand. (ÎLKHA)