Serokkomarê Iraqê serdana Hewlêrê dike

Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd îro bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û dê bi Mesûd Barzanî û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Ekleme: 15.11.2022 12:25:15 / Güncelleme: 15.11.2022 12:25:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Balafıra Serokkomarê Iraqê demeke kin li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê danî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd kir.

Li gor agahiyan, Ebdulletîf Reşîd dê bi Mesûd Barzanî û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Tê îddîakirin ku di civînê de derheqê rewşa Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hemahengî kirina ji bo cîhbicîh kirina rêkeftina taybet a derbarê pêkanîna kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de gotûbej bên kirin.

Serokkomarê Iraqê herwiha dê serdana bajarê Duhokê jî bike û beşdarî konferanseke ku di Zanîngeha Amerîkî ya li Dihokê de ye jî bibe. (ÎLKHA)