Li Urdunê wezîran îstîfa kirin

Li Urdunê wezîran, berîya revîzyona pencemîn a ku dihat hêvîkirin ku di hikumetê de bê kirin îstîfayên xwe pêşkêşî Bîşr el-Hasavneyê Serokwezîr kirin.

Ekleme: 27.10.2022 09:25:38 / Güncelleme: 27.10.2022 09:25:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sazîya Wezîran, li Ammana paytext di civînê de îstîfayên xwe pêşkêşî kirin.

Hat destnîşankirin ku wezîran ji ber revîzyona ku bê çêkirin îstîfa kirin, lê derheqê revîzyon di kîjan wezaretan de bê kirin de ti agahîyek nehat belavkirin.

Tê hêvikirin ku li Urdunê veguherîna di Sazîya Wezaretên Urdunê de bê kirin ew ê di hefteya pêşîya me de bê kirin.  (ÎLKHA)