Zebîhullah Mucahîd, bi Îsmaîl Henîyye re hat cem hev

Mewlewî Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, bi Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Biroya Sîyasî ya Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) re hat cem hev.

Ekleme: 26.10.2022 09:45:39 / Güncelleme: 26.10.2022 09:45:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtina ku li Stenbolê hat kirin de, ji lijneya Efxenistanê re Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî hevaltîyê kir.

Di hevdîtinê de, de’wa Filistînê, bûyerên dawîn ên ku li Quds û Mescîdî Eqsayê tên jiyankirin hatin bidestxistin. Bal hat kişandin ku de’wa Filistînê ne ê tenê Filistînîyan e, de’wa ummetê ye.

Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê got ku ew li hember rejîma îşxalker a sîyonîst xelqê Filistînê û komên berxwedanê piştgirî dikin. Mucahîd, “Ez bi sebrê we, cihada we û berxwedana we re şanaz dibim.”

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê jî got ku ew sekina Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê di meseleya Filistînê de gelek kêfxweş in û wan teqdîr dikin. Henîyye, destnîşan kir ku xelasbûna Efxenistanê a ji îşxala emperyalîstan hêvîya xelqê Filistînê gelek zêde kir.

Di hevdîtinê de, Şêx Salîh el-Arurîyê Alîkarê Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê û rayedarên paye bilind ên dinê jî cih girtin. (ÎLKHA)